Listeye ekle
mihemed şêxo 0 takipçi

Sözler

Xortên me lê ne bê jimar Gêwên nehing in nav û dar Serbestî û azadîkar Jînê dixwazin bê hedar

Kurd im min azadî divêt Xwînê dirêjin bo welêt Şûnê didim xew li me nebê Heya ji cî rakim neyar

Hew hêvî û gazî bikin Ger em nebin dost dê çi kin Derdê bi dest derman nekin Lê em dimînin bendewar

Hingî me go em westiyan Heya bi Çînê em gihan Dengê me çû koma cîhan Kesik li me nabê şiyar

Ala bi aştî ya bi zor Ferz e li me hildanê jor Yan bêne kuştin tev li dor Şerm e ji vê em bêne xwar

Yorumlar

Henüz yorum yok. İlk yorumu sen yap.