Add to playlist

Lyrics

Hatî xewna min, gula min hezkir Çav bi hêstir bû, ji min gazin kir Ev dilê min te çima birîn kir Şeva tarî ji ba min bar kir

Zînê zanibî ez ne bêbext im Zînê rewşa tu tê de serwext im Zînê ez jî wekî te bindest im Zînê tac û seray,eywan û text im

Ew gula ku av dabû bijîn Îro ketiye, destê te bi xwîn Ketiye destê bêbext û derewîn Şah dibin li ser lêvên hingivîn

Zînê zanibî ez ne bêbext im Zînê rewşa tu tê de serwext im Zînê ez jî wekî te bindest im Zînê tac û seray,eywan û text im

Gulê zanîbe tenê tu yar î Soza min be li ve dinyayê Heke ez bimirim li ve gora tarî Dîsa dibêjim gulê tu yar î

Zînê zanibî ez ne bêbext im Zînê rewsa tu tê de serwext im Zînê,Zînê ez jî wekî te bindest im Zînê tac û seray,eywan û text im

Comments

No comments yet. Be the first.