Listeye ekle

Sözler

Ez bilbil im bi xem û şîn im Bi hesreta gul bibînim Ez bê serî lê digerim Ta ku gula xwe ez bibînim

Ez bilbil im birîn kûr im Tim ji gula xwe ez dûr im Bo wê xwîna xwe dirjînim Her gav li ber devê şûr im

Ez bilbil im him şalûl im Tim bi gula xwe ve mijûlim Divê gula xwe bistînim Bê gula xwe ez melûl im

Ez bilbilim derd giranim Kes bi derdê min nizane Ez bi derdê gula xwe me Mane gula min kurdistan e

Yorumlar

Henüz yorum yok. İlk yorumu sen yap.