Listeye ekle
Sözler
Ji dûr ve ez xuya dikim bê mirûz û reşik Ji nêz de tu nas bike tê ji min hez bike Birînên min qalik girtin hatin qeşartin Hin ji wan gelkî kûr in nayên veşartin Ez hatim ji dûr gur li dû bi zûr pişt bi xencer û şûr Min hilda jiyan da ser piyan min nefirot giyan Wer' pêşwaziya min, geş bik' jîna min Barê min hêvî, bi min û te bi nêvî Wer' tengala min, bib' hevala min Bi roj û bi şev, em hez bikin ji hev Li dilekî safî digerim ku çend tişta bêjim Gotinên min hebkî tûj in lê ez rast dibêjim Ava çemayî dike xuşîn tu jê netirse Dûr be ji ciyê xalî û bêdeng tê zû bifetise Wer' hinda min bibe rinda min pişk û para min Dest dirêj ke min himbêz ke tu şepala min Li dil bibe mêvan mêvanek giran Zû zû ji min neçe mazûban bi qurban Wek cotek kevok em per bixin nav per Em hevdu bernadin tu car nabin fer Wer' pêşwaziya min, geş bik' jîna min Barê min hêvî, bi min û te bi nêvî Wer' tengala min, bib' hevala min Bi roj û bi şev, em hez bikin ji hev Wer' pêşwaziya min, geş bik' jîna min Barê min hêvî, bi min û te bi nêvî Wer' tengala min, bib' hevala min Bi roj û bi şev, em hez bikin ji hev Hez bikin ji hev, em hez bikin ji hev

Yorumlar
Yorum yapmak için giriş yap. Giriş
Henüz yorum yok. İlk yorumu sen yap.