Add to playlist
Hunergeha Welat 1 follower

Lyrics

----------------------- Gotin -------------------------------------------- Hevalê min xweşmêr e Mîrê Binxetê ye

Hevalê min xweşmêr e Mîrê Binxetê ye

Ser kêla tirbê binîvse Deyndarê tolê ye

Ser kêla tirbê binîvse Deyndarê tolê ye

Bi xatrê te Lo lo bi xatrê te Kurko bi xatirê te Tu şehîdê Waşûkanîyê ye

Bi xatrê te Lo lo bi xatrê te Kurko bi xatirê te Tu şehîdê Waşûkanîyê ye

Hevala min Zîn e Gulîyê wê bi morî ne

Hevala min Zîn e Gulîyê wê bi morî ne

Gulzera ber zinara ye Wek xunava bi tîn e

Gulzera ber zinara ye Wek xunava bi tîn e

Bi xatrê te Lê lê bi xatrê te Keçkê bi xatrê te Tu Laleya hemî evîn e

Bi xatrê te Lê lê bi xatrê te Keçkê bi xatrê te Tu Laleya hemî evîn e

Hevalê min zêr e Xweşikê deştê ye

Hevalê min zêr e Xweşikê deştê ye

Li ber gora wî dîlan bikin Şivanê cengê ye

Li ber gora wî dîlan bikin Şivanê cengê ye

Bi xatrê te Lo lo bi xatrê te Lawko bi xatrê te Nobedarê xewna rojê ye Bi xatrê te Lo lo bi xatrê te Lawko bi xatrê te Nobedarê xewna rojê ye

Comments

No comments yet. Be the first.