Listeye ekle
Hunergeha Welat 1 takipçi

Sözler

**** Gotin ****** Li tiradê ceng û halan e Xaltîkê zend vemalane Li Binxetê şer giran e

Xalo sîng daye gulan e Keçka kezî li hev pêçane Li Binxetê şer giran e

Binêre tu binêre Binêr çavê vî sekvanî Çavê teyrê bazê jor in Çirçira diranê kalo Ew ji kîna Miştenûr in Hêrsa Newala Qesaba Li sînga kalo derba şûr in Li Binxetê şer giran e

Zend esmerên deşta bitoz Dest dan siwarê hespê boz Qumrîyên Dimdimê şêr in Li roma reş bûne bahoz Ne ji bo mirnê jînperest in Bo jînê mirin dane soz Li Binxetê şer giran e

Sond û soza cengaweran Welatê bi xêr û bêr e Serî dan û ax bernedan Tola Xanîyê Lepzêr e Li Binxetê şer giran e

Yorumlar

Henüz yorum yok. İlk yorumu sen yap.